Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 4ê Adar, 2021ê, PÊNCŞEM
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Dr. Fernaz Atiyê Ehmed got, armanca me azadiya Ocalan û nasandina doza Kurd e
&- Amadekariyên çalakiyên 8ê Adarê ji niha ve li Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û Ewropayê bi xûrtî tên meşandin.
&- Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê girtina endamên MEBYA-DERê Meryem Soylû û Hatûn Aslan protesto kir û xwest bila dayik werin berdan.
&- Yek ji serkirdeyên YNK’ê Dr. Ferîd Eseserd, dibêje eger Tirkiye mûdaxaleyî Şingalê bike, hêzên Iraqê wê li hemberî vê bê deng nemînin.
&- Şandeyeke ji çeteyên ku xwîna wan di destê Kurdan de heye, li Hewlêrê bi rayedarên PDKê re hevdîtin pêk anî.