Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 4 Gulan 2021 SÊŞEMÎ
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me
&- HPG’ê bîlançoya şer eşkere kir û got, 147 dagirker hatin cezakirin
&- Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de ji hewayê û bejahiyê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixe. 12 dagirker hatin kuştin.
&- Hêzên Parastina Hewayî, yên Şehit Delal, li Çiyayê Zendura ya girêdayî Metina û li navçeya Çelê li dijî avahiya Qeymeqamtiyê jî çalakî lidar xistin.
&- Operasyona ku artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Amed Lîceyê dabû destpêkirin, berdewam dike.
&- Komeleya Mafê Mirovan -ÎHD bi daxuyaniyekê komkujiya li Dersimê şermezar kir û daxwaz kir ku qirkirina li Dêrismê werê naskirin.