Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 4’ê HEZÎRANÊ 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Bi rasthatina cejna Remezanê, sazî û rêxistinên Kurdistanî cejna Remezanê li gelê Kurd û tevahiya cîhana Îslamî pîroz kirin.

&- Bi wesîleya Cejna Remazanê malbatên cangoriyên Kurdistanê li Amedê serdana goristanan kirin.

&- Hêzên gerîlla, li Xakûrkê, Çelê û Qersê darbeyên giran li artêşa Tirk dan, 2 jê payebilind bi tevahî 5 leşker hatin kuştin.

&- Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê tevgera dagirkeriyê weke êrişa li dijî tevahiya Kurdistanê binav kir.

&- Li Dêrsîmê di navbêra hêzên gerîlla û artêş dagirker de şer derket, di şer de leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

&- Însiyatafa Rojnamevanên Azad ÎRA, diyar kir ku 157 rojnamevan cejna remezanê di girtîgehan de pêşwazî dikin.