Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 6ê NÎSANê 2020, DUŞEM
li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja emê bûltena xwe pêşkêş bikin, lê destpêkê de çend sernûçeyên me.

&- Parêzerên Rêberê Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku di navbera 6 û 10 Nîsanê de, bi lezgînî biçin Imralî hevdîtina bi muwekîlên xwe re bikin.

&- Rêber Apo di parêznameya xwe ya “Sosyolojiya Azadiyê” de balê dikişîne ser pirsgirêkên îro yên talankirin, wêrankirina xwezayê û nexweşiyên ku îro derketine holê û çareseriyê pêşniyar dike.

&- Çalakiyên hêzên Gerîlla li seranserê bakûrê Kurdistanê belav dibin, li Mêrdînê 5 endamên Îstîxbarata Leşkerî di encama çalakiyên Gerîlla de hatin kuştin.

&- Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûlgan, ragihand ku wan li dijî vîrûsa korona, dest bi “Kampanya Malbatên Xwişk û Bira” kirine.

&- Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan nerazîbûn li dijî pêşnûme-qanûna ceza nîşan dan û got in, di şewbê de jî li gorî hiqûqa dijminatiyê tevdigerin.

&- Endama Komîteya Rêveberiya Komeleya Civaka Sivîl ya Pergala Înfaz û Ceza CÎSST’ê, Berîvan Korkut, diyar kir ku efuya giştî lezgîn û mecburî ye.