&- Parêzerên Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.
&- Rojnameya Amerîkî ya navdar Washington Postê gotareke hevserokê konseya rêveber a KCKê Cemil Bayik di beşa nêrînên global de weşand.
&- Navenda Ragihandina HPGê bi daxûyaniyekê, derbarê çalakiyên Gerîlla yên li Xakûrkê û Çelê agahî dan, 2 leşker hatin kuştin.
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, got: Di destpêkê de têkiliyên ciddî û gelekî baş di navbera Gerilla û Pêşmergeyan de hebû.
&- Di rêzeçalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de, li Ezaz, Marê û navçeya Şera ya Efrînê, bi kêmanî 5 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.
&- Li dijî dagirkeriya Tirk; 14’ê hezîranê ve komek ciwanên Başûrê Kurdistanê li Qendîlê, komek din jî li herêma Bradostê dest bi çalakiya mertalên zindî kirin.
&- Li Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa F a Kandirayê girtiyê bi navê Îrfan Kiliç, li dijî dagirkerî û xiyaneta PDKê, çalakiyeke canbexşane pêk anî û şehîd bû.