Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 7ê NÎSANê 2020, SÊŞEM
li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja emê bûltena xw epêşkêş bikin, di destpêkê de çend sernûçeyên me.

&- Parêzerên Rêberê Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku di navbera 6 û 10 Nîsanê de, bi lezgînî biçin Imralî hevdîtina bi muwekîlên xwe re bikin.

&- Li navçeya Mêrdîn Kerboranê ku bi salan e rewşa awarte heye, niha jî li 3 gundên navçeyê qedexeya derketina kolanan ragihandin.

&- Mamosta Wijdan Nuredîn, dazanîn ku tezên Rêber Ocalan çareseriya hemû pirsgirêk û qeyranên Rojhilata Navîn in.

&- Înîsyatîfa “Agahiya Te Pê Heye”, ji bo balê bikişînin ser qanûna înfazê, û kampna ya ” Edalet a Niha” dane dest pê kirin.

&- Federasyona Komeleyên Hiqûq û Hevgirtinê ya Malbatên Girtiyan -MED TÛHAD-FED û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD, piştî serdana girtiyên surgunî Girîtgeha Amedê kirin daxuyaniyek dan.

&- Rêxistinên Sivîl yên Amedê nerazîbûn nîşanî qanuna înfazê ya cihêkar dan û banga edaletê kirin.