Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 4’ê Îlon 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

&- Li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker çalakiyên hêzên Gerîlla bê navbêr dewam dikin.

Hêzên Gerîlla, li Xakûrkê û li navçeya Amed Lîcê çalakî pêkanîn û gelek leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

& -Li Navçeya Mêrdîn Mehsertê leşkerekî Artêşa Tirk ya dagirker hate kuştin û 2 leşker jî bîrîndar bûn.

&- Hevseroka Konseya Rêveber Ya KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavek dîrokî avêt û got: Divê Peyamên Rêberê me rast werin xwendin.

&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li navçeya Amed Licê jî dest bi operasyonê kir.

&- Kiryarên faşîzan yên li zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê her diçe dijwar dibin.

&- Li Wanê jî berxwedana li dijî dagirkirina şaredariyên Kurdistanê dewam dike.