Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 9ê NÎSANê 2020, PÊNCŞEM
li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja emê bûltena xwe pêşkş bikin, di destpêkê de çend sernûçeyên me.

&- Rayedarên Dewleta Tirk, serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, ji bo girtina agahiyan û axaftina bi telefone ya bi Imraliyê re red kirin.

&- Navenda Ragihandina HPGê, destnîşan kir ku Gerillayên YJA Starê di çarçoveya Hamleya Şoreşgerî ya Cenga Heftanîn de, li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalekî kirin.

&- Li Parlamena Tirkiyê 2 roj in, nîqaşên li ser qanuna înfazê ku weke qanuna dardekirinê tê binavkirin nîqaş têne kirin, doh jî, parlamenterên tifaqa faşîst ya AKP/MHPê êrîşî parlamenterên HDPê kirin.

&- Feylesofê Îtalyanî Roberto Esposito diyar kir ku biyopolîtîka her tim berê xwe dide girtîgehan û got: Heke li Tirkiyê girtî û hikumxwar werin berdan, divê pêşî girtiyên polîtîk werin berdan.

&- Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa got, dewleta Tirk nexweşên xwe yên bi vîrûsa koronayê dibe nexweşxaneya li Serê Kaniyê û bi vî rengî sûc dike.