Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 4’ê Mijdarê 2019 Dûşemî
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Li Bakûr û Rojhilatê Suriye, li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê Berxwedana Rûmetê di roja 27’mîn de ye.
&- Rayedarên Dewleta Tirk, di vê heftêya derbasbûyî de jî serlêdana Parêzer û malbata Rêber APO û girtiyên din yên li Imralî bê bersiv hiştin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.
&- Navenda Ragihandina QSDê diyar kir ku di nava 24 saetan de 15 leşker û çete hatine kuştin.
&- Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîyêl jî diyar kir ku dewleta Tirk, li qadên ku dagir kiriye lêrîşî gel dikin û dixwazin gel bidin koçberkirin.
&- Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen destnîşan kir ku, li gorî peymanên hatine pêkanîn, divê dewleta Tirk ji herêmê bê derxistin.
&- Artêşa dewleta Tirk a dagirker karwanê bijîşkên Rêxistina Free Burma ya Amerîkayê topbaran kir û endamekî rêxistinê hat kûştin û 4 jî birîndarbûn.
&- Li bakûrê Kurdistanê qirkirina siyasi, dagirkirina şaredariyan û operasyonên leşkerî dewam dikin.