Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 13ê NÎSANê 2020 DUŞEM
li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja em ê Bûltena Rojî pêşkêş bikin, lê di destpêkê de çend sernûçeyên me.

&- Parêzer û malbatên Rêberê Abdullah Ocalan û girtiyên din Yên li Îmraliyê ji bo bi muwekîl xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&- Ji Parêzerên Rêber Apo Newroz Uysal diyar kir ku, Rêber Apo 21 sal in, dibin tecrîdeke giran de tê girtin. Li Girtîgeha taybet ya Imrlaiyê rîskek mezin heye.

&- Rojnamevanên Germiyan, bang li rêxistinên mafên mirovan û azadîxwazan kirin ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava tevgerê.

&- Di encama çalakiya hêzên YJA Starê de, li Heftanînê leşkerek hate kuştin.

&- Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku desthilatdariya AKPê, mirov û civakê esas nagire û nikare welat ji van krîzna rizgar bike.