Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 15ê NÎSANê 2020 çarşem
li Amedê saet 14 li Brûkselê 13:00
Guhdarên hêja em ê bûltena xwe pêşkêş bikin did estpêkê de çend sernûçeyên me-
&- Rayedarên Dewleta Tirk, serlêdanên wan yên ji bo çûna Girava Îmralî û hevdîtina bi muwekîlê wan re bi behaneyek nû ya li deri qanunê red kirin.
&- Kontrayên Artêşa Tirk ya dagirker, li navçeya Amed Licê, li qada Şehîd Navdar kemînan datînin. Li gundê Muşrûfê gundiyek kuştin.
&- Siyasetmedarên nûnerên partiyên siyasî tecrîda li ser Rêber Ocalan nirxandin û got in, li dij-derketina tecrîda li ser Rêber Ocalan, li dij-derketina hemû bêhûqûqiya li Tirkiyê ye.
&- Balafirên şer yên Dewleta Tirk, vê sibehê herêma Zînê Wertê bombarduman kirin.
&- Partî û saziyên Kurdistanî nameyeke vekirî ji Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê re nivîsîn û daxwaz kirin ku ambargoya li ser wargehê were rakirin.