&- Rayedarên Dewleta Tirk, bersiv nedana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî û hevdîtina parêzeran bi muwekîlên wan re asteng dikin

&- Hêzên Gerîlla li Mêrdîn û Xakûrkê li hêzên dagirker ên Tirkan dan, herî kêm 3 leşker hatin kuştin.

&- Welatiyên Mexmûrê êrîşa dewleta Tirk ya dagirker ya li ser wargehê û şehîdkirina 3 jinên Kurd, şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk û hevkarên wan nagihêjin armancên xwe.

&- 47 Sazî û rêxistinên Kurdan komkujiya li Mexmûrê şermezar kirin û diyar kirin ku bêdengî rê li ber komkujiyan vedike.

&- Çeteyên bi navê Qaşo Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” ya ser bi Tirkiyê ve di êrişek xwekujî li gundewarê Girê Spî de zarokekî 15 salî bi kar anîn.

&- Sefîrê Rûsya yê li Şamê Alexander Ivimov got, ku pêwîste hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Idlibê bidawî bibe.