Îro 20ê NÎSANê 2020 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja em ê bûltena xwe pêşkêş bikin, di serî de çend sernûçeyên me.

&- Rayedarên Dewleta Tirk, bersiv nedana parêzerên Rêberê Gel] Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî û hevdîtina parêzeran bi muwekîlê wan re asteng dikin.

&-Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê dîyarkir ku hêzên Gerilla li Herêma Xakurkê, li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalekî lidarxistine û di encam de 6 leşkerin dagirker hatine kuştin.

&- Kontyarên taybet yên Artêşa Tirk ya dagirker, li navçeya Amed Licê, gundên Mişrif û Kerwasê de kemînan dideynin.

&- Hevserokatiya giştî ya HDP’ê ji bo ambargoya li ser Mexmurê rake, ji Nêçîrvan Barzanî re name şand.

&- Şêniyên herêma Zînî Wertê bi daxwaznameyekê xwestin ku hêzên PDK ji herêmê vekişin.

&- Endamê Komîteya Navendî ya PDKS’ê Gelo Îsa, têkildarî êrîşa hewayî ya devleta Tirk ya dagirker li herêma Zînî Wertê û Mexmûrê bang li partiyên Başûrê Kurdistanê kir ku berjewendiyên Gelê Kurd di ser her tiştî re bigirin.