Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 21ê NÎSANê 2020 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Guhdarên hêja em ê Bûltena Rojî pêşkêş bikin, lê di serî de çend sernûçeyên me.
&- Rayedarên Dewleta Tirk, bersiv nedana parêzerên Rêberê Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî û hevdîtina parêzeran bi muwekîlê wan re asteng dikin.
&-Navenda Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku hêzên Gerilla li Herêma Xakurkê, li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalekî kirin, 6 leşker hatin kuştin.
&- Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh derheqê helwesta PDK ya li Zînê Wertê de daxuyaniyekê da û car din dagirkeriya dewleta Tirk parast.
&- Xelkê Binarê Qendîlê, li dijî şandina çêkdarên PDKê ya ji bo Zînî Wertê meşiyan û daxwaz kirin ku PDK çêkdarên xwe paş de bikişîne.
&- Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê ÎHD, ÇHD, OHD û MED TUHAD-FED’ê, li 44 girtîgehan lêkolîn kirin û diyar kirin ku li dijî vîrûsa vorona tedbîr kêm hatine standin.