Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 24ê NÎSANê 2020 ÎN
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.
&- Li Geverê hêzên gerîlla ketin çeperên artêşa Tirk a dagirker de, di çalakiyên gerîlla de 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
&- Kongreya Civaka Demokratîk-KCD , bi mebesta meha Remezanê daxuyaniyek da û bang li alema misilman kir ku li dijî zilmê rabin.
&- Girtiyên li Gurgum û Tarsûsê diyar kirin ku li dijî şewba Koronayê ti tedbîrek nehatiye girtin û li girtîgeha Gûrgûmê jî gariyan êşkenceyê dikin.
&- Di derbarê 21 parlementerên HDP’ê de 30 fezlekeyên nû yên destlê-nedanê pêşkêşî Meclîsê hatin kirin.
&- Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê da diyarkirin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan li Efrîn û Şehbayê di nava du mehan de 96 sivîl revandine û 4 kesên bi temen qetil kirine.
&- Îro çeteyekî DAIŞÊ, li Elmanya bajarê Franfurtê, ji ber sucê qirkirina li ser Êzîdiyan hate dadgehkirin.
&- Li Lîbyayê 15 çeteyên dewleta Tirk hatin girtin.