Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 1 GULAN 2020 ÎN
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja Em ê bûltena xwe pêşkêş bikin, lê di destpêkê de çend sernûçeyên me.

&- Parêzer û malbatên Rêberê Abdullah Ocalan û girtiyên din yên Imralî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku di navbera 30 Nîsanê û 7ê Guldanê de, biçin Îmralî û hevdîtina bi muwekîl û xizmên xwe re bikin.

&- Hêzên Gerîlla bi tevî operasyonên herî mezin û berfireh ên artêşa Tirk, her roj çalakiyan lidar dixe, li Gabarê 5 leşker di encama çalakiya gerîlla de hatin kuştin.

&- Îro 1ê Gulanê, Roja Têkoşîn û Hevriya Karkerên Cîhanê ye.

&- Xwişka Weysî Aktaş ku, li Girtîgeha taybet ya Imraliyê tê girtin Sabîha Aslan, diyar kir ku li Îmraliyê polîtîkayeke taybet, bêqanûniyeke bêsînor heye.

&- Zarokên Agir ragihandin ku wan li navçeya Stembol Maltepe, plaza 15 qatî şewitandine.

&- Melcîsa Tevgera Azadî ya li Kerkûkê li ser êrîş û tevgera çeteyên DAÎŞê ya li Kerkûkê civînek lidar xist û êrîşên DAÎŞê şermezar kir.

&- Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger TCŞ’ê li bajarê Kîel a Elmanya yê, bi pankart û nivîsan çalakî kirin.