Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 5ê Sibatê 2021 În
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Starta çalakiyên protestokirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber APO, li paytexta Swêdê Stockholmê destpê kir
&- Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû got, pêwste barê giran ê berxwedanê ji hevalên li zindanê re nehêlin. Helbet malbatên girtiyan jî parçeyekî girîng ên vê berxwedanê ne.
&- 74 akademîsyenên Fakulteya Zanyarên Civakî û Siyasî ya Zanîngeha Calabrîa ya Îtalyayê ku di nav de profesor û doçent jî hene, tev li kampanya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bûn.
&- Dayika Aştiyê Emîne Altan, diyar kir ku kurê wê Veysî Altan, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de ye û got: Em jî tecrîdkirî ne.