Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 5ê Adarê 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me…
&-Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imraliyê, wê îro 795emîn car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa bidin û daxwaz bikin ku sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkabînin.
&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 118’mîn.
&- Ji 1’ê Adarê şûnda jî ev 5 roj in, tevahiya girtiyên azadiyê, li tevahiya girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, di greva birçîbûna bê dem û bê dorveger de ne.
&- Berxwedrêrê greva birçîbûnê, di roja 51, ya greva birçîbûnê de, doh li Kanada bajarê Toronto rakirin nexweşxanê, lê tedawî red kir û vegeriya cihê çalekiyê.
&-Hevseroka KCKê Besê Hozat, ji radyoya me Dengê Welat re axivî û got: Em li hemberî konsepteke dijwar in, ev konsept bi tecrîda li ser Rêber Apo, bi hemû dijwariya xwe dewam dike.
&- Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan, li ser 8ê Adarê daxuyaniyek da û got: Jin wê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê bikin roja hesabpirsîna ji faşîzmê.
&- Komelên Jinên Kurdistanê (KJK) ji bo Roja Cîhanî ya Jinan 8’ê Adarê, deklerasyonek pêşkêşê jinên cîhanê kir.
&-Gerîlayan HPG û YJA Starê li Lêlkana Başûrê Kurdistanê, li artêşa Tirk ya dagirker dan.
&- Hêzêan Artêşa Tirk ya dagirker, 3 roj in li Cûdî operasyonê dimeşîne.