Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 5ê GULANÊ 2020 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja em ê bûltena rojê dest pê dikin, lê di serê de çend sernûçeyên me.

&- Parêzer û malbatên Rêber APO û girtiyên din yên Imralî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku di navbera 30 Nîsanê û 7ê Guldanê de, biçin Îmralî û hevdîtina bi muwekîl û xizmên xwe re bikin.

&- Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku hevdîtina bi telefonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, fikaran ji holê ranake.

&- Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Gelên Yekbûyî HBDH, bi daxuyaniyekê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan bibîraîn û banga xurt kirina têkoşîna li dijî feşzîmnê kir.

&-Yekîneyên Tolhildanê li Amedê li dijî deverên ku fûhûş lê dihatin kirin û firoşkarên narkotîkê çalakî kirin.

&- Parlamenterê Iraqê Serkewt Şemsedîn ragihand ku, PDKe û Tirkiyê li ser planekî metirsînî lihev kirine.