Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 6ê GULANÊ 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja em ê bûltena xwe pêşkêş bikin, lê di destpêkê de çend sernûçeyên me

&- Parêzer û malbatên Rêber APO û girtiyên din yên Imralî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku di navbera 30 Nîsanê û 7ê Guldanê de, biçin Îmralî û hevdîtina bi muwekîl û xizmên xwe re bikin.

&- Navenda Ragihandina HPGê diyar kir ku, hêzên Gerilla di çarçoveya hamleya Tolhildanê ya Şehit Medya Mawa û Şehit Rizgar Gever de li Sêrtê çalekî kirin, lê encama ne hate zelal kirin.

&- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) çalakiya gerîlayan a di 2’ê Gulanê de li li dijî yekîneya leşkerên Tirk ên li Bedlîsê pîroz kir.

&- Federasyona 78’an yên Şoreşger, diyar kir ku gotinên Denîz Gezmîş yên li sêdarê gotin: Bijî Têkoşîna Serbixwe ya Gelên Kurd û Tirk îro jî slogana şoreşgeran e.

&- Mele Abdullah Arkan derbarê êrîşên li dijî goristanan diyar kir ku li hemberî nirxên gelê kurd bê tehamuliyek heye.

&- Hevseroka KCD’ê Leyla Guven nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk yên li ser goristanên Gerîla da û got: Dîrokê tu carî yên ku zilmê li gel kirine efû nekiriye.