Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 5’ê HEZÎRAN 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Gohdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me…

&- Malbata Rêber Ocalan û 3 girtiyên din yên li Imralî ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re pêkbînin derketin rê.

&- Li Xakurkê li dijî dagirkeriya Dewleta Tirk, çalakiyên Gerîllayên azadiya Kurdistanê bê rawestandin dewam dikin.

&- Hêzên Rizgariya Efrînê, li Şêra ketin nav çeperên çete û leşkerên artêşa Tirk ya dagirker, 5 çete hatin kuştin.

&- Balafirên artêşa Tirk ya dagirker carek din herêma Bradostê bombarduman kirin, 3 pêşmergeyên PDKê bi giranî birindar bun.

&- Dadgeha rejima Îranê, 30 sal ceza da parêzerê Zeynep Celaliyan Emîr Salar Dawûdî.