Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 5’ê TEMMUZÊ 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê destpê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din yên li Îmraliyê ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serodzgeriya Komarê ya Bursa dan.
&- Nivîsa hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik a di Waşîngton post de, bû yek ji rojeva sereke ya dîplomasiya hukûmet û dewleta tirk û ew tewşo mewşo kirin.
&- Operasyona Hêzên Artêşa Tirki ya dagirker, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, li Çiyayê Bagokê dewam dike, li Şirnexê jî herêma Bestayê bi piştgiriya hewayî dest bi operasyoneke leşkerî kir.
&- Çekdarên PDK destûrê nadin ku welatî piştgiriya mertalên zindî bikin.
&- Siyasetmedar û nivîskarên başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta tirk dan.
&- Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalekiyên li Bab û Efrînê 5 çete û leşkerên Tirk hatine kuştin.
&- Li Wanê bi biryara Waliyê Dewleta Tirk, rewşa awarte ragihandin.