Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 7ê GULANÊ 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 12:00 li Brûkselê 11:00

Guhdarên hêja,Em ê bultena xwe pêşkêş bikin, lê di serî de çend ser nûçeyên me.

&- Parêzer û malbatên Rêber APO û girtiyên din yên Imralî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku di navbera 30 Nîsanê û 7ê Guldanê de, biçin Îmralî û hevdîtina bi muwekîl û xizmên xwe re bikin.

&- Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê bi daxuyaniyekê çalekiyên hêzên Gerilla pîroz kirin û hemû berxwedêr silav kirin.

&- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel -NPG çalakiya Gerîlayan a di 2 û 3 Gulanê de li dijî arteşa Tirk ya dagirker li Xerzanê ku tê de 11 leşker hatibûn kuştin pîroz kir.

&- Navenda Ragihandina HPGê destnîşan kir ku hêzên Gerilla li Sasonê, li derdora gundê Sînemregê darbeyek mezin li yekîneyên kontra yên Artêşa Tirk ya dagirker dan.

&- Komeleya Mafê Mirovan ÎHD Şaxê Amedê diyar kir ku êrîşên li dijî goran tê wateya binpêkirina pergalên hiqûqê û nirxan.

&- Platforma Olên Mezopotamya bang li hêzên siyasî yên kurd kirin û gotin. Êdî bes e bibin yek.