Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 11ê GULANÊ 2020 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja emê bûltena xwe pêşkêş bikin, lê di serî de çend sernûçeyên me.

&- Parêzer û malbatên Rêber APO û girtiyên din yên Imralî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku di navbera 11 û 15ê Gullanê de, biçin Îmralî û hevdîtina bi muwekîl û xizmên xwe re bikin.

&- Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku ew bi ruh, cewher û pîvanên protokola 1982-83’an ve girêdayî ne.

&-Parêzer Dogan Erbaş, hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan yên di hevdîtina telefonê de nirxandin û got: Pirsgirekên tendurîstiya muwekîlê me Ocalan yên kronîk û cidî hene, ew dibin rîskek mezin de ye.

&- Hêzên Arteşa Tirk ya dagirker, li navçeya Amed Lice amedekariya operasyonek berfireh dike.

&- Hêzên Gerîlla li Gever û Qilebanê çalakî lidar xistin, di çalakiyan de 4 leşker hatin kuştin.