Ji Navenda Nûçan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 5’ê TEBAXê 2019 DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Li Xakurkê di navbera hêzên Gerîla û hêzên Artêşa Tirk ya dagirker de şer qewimî, herî kêm 10 leşker hatin kuştin.
navçeya Mêrdîn Nisêbînê jî dema ku wesaîta zirxî ya artêşa Tirk derbas bû, teqînek çêbû, 3 leşkerên Tirk birîndar bûne.
&- Navenda Ragihandina HPGê da xûyakirin ku di çalakiyên li Dêrsim û Xakûrkê de bi tevahî 17 leşker hatine kuştin.
&- Endamê komîteya rêveber a PKK’ê Murat Karayilan diyar kir ku dewleta tirk ne tenê li dijê PKK, li dijê hemu Kurdane.
&- Li Başûrê Kurdistanê Hêzên Zêrevaniyê yên girêdayî PDKê, wesayîtên leşkerî û çekên giran sewqî Şêladizê kir
&- Li ser gotinên rayedarên Tirkiyê yên qaşo avakirina herêmên ewle, pîlotê teqawîd Altan got, eger hûn 30 kîlometre têkevin nava welatekî ev dagirkerî ye
&- Ji fermandarên giştî yên QSD’ê Newroz Ehmed têkildarî planê dewleta Tirk, gefxwarin û “xeta li sînor” got: Eger dewleta Tirk êrîş bike, wê bersivdaneke gelekî dijwar werê dayin.
&- Piştî ku Serokkomarê Tirk Receb Teyib Erdogan gefa êrîşa li Bakurê Rojhilatê Sûriyê dûbare kir, Wezareta Derve ya Emerîkayê doh, Tirkiyê careke din şiyar kir.