Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 5’ê Îlon 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Navenda Ragihandina HPGê, ragihand ku Colemêrgê, hêzên Gerilla li konvoya hêzên Artêşa Tirk ya dagirker dan, 13 leşker hatin kuştin.

&- Li navçeya Çewlik Kanî Reşê, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyoneke leşkerî kir.

&- Cenazayê Mûcahîd Yilmaz ku li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hate kuştin, piştî 46 rojan gîhîşte malbatê.

&- Li Amed, Mêrdîn û Wanê, gel, li dijî xespkirina îradeya xwe, 17 roj in bê navbêr di nava çalakiyan de ne.

&- Xelkê Mexmûrê, 49 roj in di bin dorpêça hêêzn çekdar yên PDK’ê ne. Çalakiya Dayikên Aştiyê yên li Mexmurê, li dijî dorpêça hêzên çekdar yên PDKê, di roja 6an de ye.

&- Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJK-E, di 19’ê Tîrmehê, salvegera Şoreşa Rojava de, bi slogana “Ji bo guhertin û azadiyê, tu jî rabe ser piyan” pêngaveke nû dide dest pê kirin.