Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 5’ê Kanûnê 2019, PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Hevserokên HDP’ê Şaxê Amedê Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen îşaret bi girîngiya şikandina tecrîdê kirin û gotin; Ji bo Kurd nebin xwedî statû hêzên navdewletî û dewleta Tirk tecrîdê ferz dikin.

&- Li bakûr û rojhilatê Suriyê li dijî êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, berxwedana Rûmetê di roja 58’an de bi biryardarîyek mezin berdewam dike.

&- Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, Tirkiye ji ber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ mahkûm kir

&- Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê rapora binpêkirina mafan, li girtîgehên Marmara eşkere kir.