Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 12ê GULANÊ 2020 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja Em ê bûltena xwe pêşkêş bikin lê di destpêkê de çend sernûçeyên me.

&- Parêzer û malbatên Rêber APO û girtiyên din yên Imralî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku di navbera 11 û 15ê Gullanê de, biçin Îmralî û hevdîtina bi muwekîl û xizmên xwe re bikin.

&- Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku ew yekîtiya Kurdan pîroz dibînin û got; divê PDK demildest dawî li aloziya Zinî Wertê bîne.

&- Li Xakûrkê Hêzên Gerîlla çalakî kirin, 8 leşkerên Artêşa Tirk ya dagirker hatin kuştin., li Zapê jî balafireke bê mirov hate xistin.

&- Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, peyamek ji malbata Bêrîtan Hêvî Rohan û Çekdar Melek re şand.

&-Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, destnîşan kir ku peyama Rêber Ocalan ya ji bo yekîtiya neteweyî, daxwaza gelê kurd e.

&-Îro salvagera dardekirina Leyla Qasim û 4 hevalên wê ye.