Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 13ê GULANÊ 2020 :ARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja Em ê bûltena xwe pêşkêş bikin lê di destpêkê de çend sernûçeyên me.

&- Parêzer û malbatên Rêber APO û girtiyên din yên Imralî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku di navbera 11 û 15ê Gullanê de, biçin Îmralî û hevdîtina bi muwekîl û xizmên xwe re bikin.

&- Navenda Ragihandina HPGê destnîşan kir ku hêzên Gerilla li Dêrsimê çalakiyeke sabotajê lidar xistin, di çalakiyê de 4 leşkerên artêşa Tirk ya dagirker hatin kuştin.

&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik got: dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi êrişa li dijî gorên şehîdan, koka Kurdan biqelîne.

&- Meşa Dirêj a Ciwanan a ber bi Zînî Wertê wê di 16’ê Gulanê de bi piştgiriya 105 rêxistinên civakî pêk were.

&- Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar, ji ajansa ANHA re axivî û got: Yekitiya Kurdan wê xizmeta doza Kurd û pirsgirêka Sûriyê bi giştî bike.

&- Hevserokê Desteya Rêveber a MXDŞ’ê Qasim Xelef got; Şingal jî parçeyeke Iraqê ye, divê hikûmeta nû ya Iraqê ji daxwazên wan re bibe bersiv.