Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 14ê GULANÊ 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Guhdarên hêja Em ê bûltena xwe pêşkêş bikin, lê di serî de çend sernûçeyên me.

&- Parêzer û malbatên Rêber APO û girtiyên din yên Imralî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku di navbera 11 û 15ê Gullanê de, biçin Îmralî û hevdîtina bi muwekîl û xizmên xwe re bikin.

&- Navenda Ragihandina HPGê, derbarê çalekiyên hêzên Gerila yên li dijî Artêşa Tirk ya dagirker de agahî dan.

&- &- Di şer û operasyona li navçeyên Amed Lîce, Pasûr û navçeya Çewlik Dara Hênê, 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

&- Ciwanên Çemçemal diyar kirin ku, ew ê beşdarî meşa dirêj ya ji bo Zînî Wertê bibin.

&-Nivîskar Şefîk Bayaz diyar kir ku, rêbaza li dijî asîmlasiyonê riya herî baş axaftin, xwendin û nivîsandina bi kurdî ye.