Guhdarên hêja,
Em ê bûlteba xwe pêşkêş bikin, di serî de çend sernûçeyên me.
&- Parêzer û malbatên Rêber APO û girtiyên din yên Imralî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku di navbera 11 û 15ê Gullanê de, biçin Îmralî û hevdîtina bi muwekîl û xizmên xwe re bikin. Lê rayedarên Tirk heta îro ti berisv nedane.
&- Navenda Ragihandina HPGê derbarê bomberdimana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêma Betlîs û Herêmên Parastina Medyayê daxûyaniyek da.
&- Li bejahiya gundên navçeya Amed Lîce, liv û tevger leşkerên artêşa Tirk doh bi şev ji nû ve dest pêkir.
&- Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şingalê,YBŞ, daxuyaniyên Endamê Mekteba Siyasî ya PDK’ê Fazil Mîranî bi tundî şermezar kirin.
&- Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bi mebesata 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, zextên li ser zimanê kurdî kire rojeva parlamena Tirkiyê.
&- Ciwanên Başûr ji bo dawîkirina aloziya li Zînî Wertê û dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê, wê di 16ê Gûlanê de dest bi meşeke direj dikin.