Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 18ê GULANÊ 2020 DÛŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Guhdarên Hêja,
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.
&- Hêzên Gerîlla li Heftanînê çalakî pêk anî, 3 leşker hatin kuştin.
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku karakterê desthilatdariya faşîst ya AKP/MHPê dijminatiya li dijî Kurdan e.
&- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG, bi daxuyaniyekê Şehîdên meha Gulanê bibîranîn.
&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, pışti operasyona li navçeya Amed Licê, doh li navçeya Mêrdîn Nisêbînê jî Operasyona da dest pê kirin.