Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 25ê GULAN 2020 DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me..
&- Navenda Ragihandina HPGê destnîşan kir ku Hêzên Gerilla yên HPG û YJA Starê, li Avaşîn, Xakurkê û Çelê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin, herî kêm 6 leşkerên dagirker hatin kuştin.
&- Înîsîyatîfa Zarokên Agir li Edene û Bûrsayê hin kargehên AKP’yiyan şewitandin.
&- Polîsên Dewleta Tirk, dîse li Nisêbînê li taxa Abdulkadîr Paşa, bi pehînan deriyê malekê vekirin û gef li jineke ciwan û gel xwarin.
&- KJAR’ê encamnameya kongreya xwe ya 3’emîn ku di navbera 2 û 4’ê Nîsanê de hate lidarxistin, eşkere kir.