Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 27ê GULAN 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, destnîşan kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê, divê Kurd bibin yek û got; Divê em bi çarenûsa gelê xwe nelîzin.

&- Artêşa Tirk a dagirker li herêma navbêra Kerboran û Hezexê de dest bi operasyoneke leşkerî kir.

&- 15 Rêxistinên mafê mirovan û kedê bi daxuyaniyeke hevpar, girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd şermezar kirin.

&-Artêşa Tirk a dagirker li herema Berwariya li gundê Bêdihê zaroka 13 salî ya bi navê Dalya Abdulla birîndar kir