Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 28ê GULAN 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me..
&- Navenda Ragihandina HPGê, endama Konseya Fermandariya Navendî ya YJA Starê Zîn Avesta bibîranî û nasnameya wê ji raya giştî re eşkere kir.
&- Hevserokê HDP ya Amedê Zeyat Ceylan li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bertek nîşanda û got: Emê bi têkoşîna xwe tedrîdê hilweşinên.
&- YPS-JIN’ê fermandar şehîd Zeryan Denîz bi bîr anî û got: “Wê bi tarzeke afirîner derbên mezin li dijmin xistin
&-Balafirên şer yên arteşa tirk a dagirker herêma Biradost bombebaran kirin
&- Welatiyên Rizgarî bang li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin da ku rê li ber şerek navxweyî û birakujiyê bigrin.
&- Li heremên dagirkirî yên Rojavayê Kurdistanê, hêzên dewleta Tirk û komên wê yên çete bi hev ketine.