Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 29ê GULAN 2020 ÎN
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

Hêzên Gerîlla li Heftanîn, Hatay, Wan û Amedê darbe li Artêşa Tirk a dagirker dan, herî kêm 3 leşker hatin kuştin.

&-Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, ji bo ku 20-27’ê gulanê weke ‘Hefteya Dayikên Şemiyê’ bê qebûlkirin pêşnûmeyek radestî serokê parlamenê kir.

&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li gel çeteyên xwe li gundê Til Temir Menaxê, malên gundiyan şewitandin.

&- Li Serdeştê 3 endamên hêzên parastina sînor ên Îranê hatin kuştin.

&- Balafirên artêşa Lîbyayê navendên hikumeta Wîfaq hedef digirin