Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 1ê HEZÎRANÊ 2020 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&-Li Qiralyeta Yekbûyî bi deh hezaran muzîsyenan piştgirî dan kampanya Rêber Apo

&- Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, bi rasthatina salvegera 16emîn a Pêngava 1ê Hezîranê daxûyaniyeke pîrozbahiyê da

&- Navenda Ragihandina HPG’ê diyar kir ku hêzên Gerilla diçarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de, li Çelê li hêzên dagir dan, 4 leşker hatin kuştin.

&- Walîtiya Şirnexê, Geliyê Bertul yê Çiyayê Gabarê li ber hemwelatiyan qedexe kir.

&- Arteşa Tirk ya dagirker tevî korîciyan li herêma gundî Hemka ya Beyşababa Şirnaxê de kemînan datîne.

&- Hêzên Arteşa Tirk ya dagirker li navçeya Amed Lîcê jî operasyon dane dest pê kirin.

&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, Got; Pêngava 1’ê Hezîranê bû hîmê parastina başûr û destpêkirina şoreşa Rojava.

&- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, got: Desthilatdariya qirker ya AKP-MHP’ê hemû derfetên dewletêji bo qirkirina Kurdan bi kar tîne. Divê hêzên Kurd jî, bi yekîtiya neteweyî bersivê bidin êrîşên qirker.