Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 6ê Çile 2021 ÇARŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Walîtiya Colemêrgê ya tirk a dagirker, 5 deverên bajêr qedexe kirin.
&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, got; Hedefa me ya sereke hemûyan azadiya Rêber Apo ye.
&- KCK’ê, şehîd Rûbar , Halîl û Mûrat ku di sala 2017’an de şehîd bûn bibîranîn.
&- Piştevaniya Jinê ya Ewropayê AKD’ê û Yekîtiya Jinên Sosyalîst ya Fransa-SKB, ji bo çalakiyên bi armanca bîranîna 3 şehîdên jin ên li 9ê Çileyê de li Parîsê hatin şehîdkirin, banga tevlîbûnê kirin.
& -Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’ê ya Stenbolê, rapora Girtîgehên Herêma Marmara ya 3 mehan eşkere kir.
&- Operasyona binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazî ya Stembolê, vê sibehê jî dewam kir.
&- HDP’ê û DÎBê, bi daxuyaniyên cûda, nerazîbûn nîşanî êrişa li ser xwendekar û akademîsyenên Bogazîçi dan û bi zimanekî hevbeş gotin: Zihniyeta yekperest û kiryarên faşîzan welat ber bi têkçûnê ve dibin.
&- Li Serêkaniyê, teqîneke mezin rû da, di encama teqînê de gelek çete mirin û birîndar bûn.