Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 6ê Adarê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….

&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 119’mîn.

&- Malbatên berxwedêrên li Strasboûrgê li ber avahiya Serokwezîrtiyê ya li paytext Berlînê çalakiya nobetê wê lidar bixin.

&- Ciwanên Kurd li avahiya Rêxistina Efû ya Navnetewî ya li bajarê Elmanya Dortmûndê çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxistin.

&- Hêzên Artêşa Tirk a dagirker, gundê Marînê yê li Nisêbînê dorpêç kirin û li navçeyên Amed Lîcê û Hezro operasyonên leşkerî da destpêkirin.

&- Li Çewlik û Ruhayê operasyonên qirkirina siyasî hatin meşandin.

&- Hêzên Rizgariya Efrînê HRE ragihand ku li herêma Efrînê leşkerek jî di nav de 4 dagirker hatine kuştin, 6 çete jî birîndar bûne.

&-Li derdora gundê Baxozê, di rojekê de, nêzî 2 hezar çeteyên DAÎŞ’ê, xwe radestî şervanên QSD’ê kirin.

&- Hêzên Ewlekariya Reqayê şaneyek terorîst girt