Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 4ê HEZÎRANÊ 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.

&- Parêzer Rêzan Sarica got, ji bo dîtina mûvekîlê xwe Rêber Ocalan di 10 salan de 962 serlêdan kirin, lê tenê 5 caran hevdîtin kirin

&- Navenda Ragihandina HPGê, diyar kir ku hêzên Gerilla li navçeya Colemêrg Çelê û Herêma Avaşînê li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalekî kirin.

&- Li navçeya Amed Lîcê artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyoneke leşkerî kir.

&- Pisporê îstîxbarata Elmanyayê Erîch Schmîdt-Eenboom, nûçeya ANF’ê ya li ser ‘MÎT’ê piştrast kir

&- Yekîneyên Tolhildanê li Semsûr, Çorûm û Kocaeliyê li dijî faşîstên alîgirên AKP û MHP’ê çalakî pêkanîn.

&- Êrîşên Faşîstên yên desthilatdariya Tirk û yên li dijî jinê li bajarên Elmanya Hîldesheim, Dîsbûrg û li bajarê Fransa Marsîlyayê hatin şermezarkirin.