Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Ba
Îro 5ê HEZÎRANÊ 2020 ÎN
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Li navçeya Mêrdîn Mehserê artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyoneke dagirkeriyê ya leşkerî kir, li 4 gundan qedexeya derketina derve ragihand.

&- Navenda Ragihandina HPGê, diyar kir ku hêzên Gerîla li navçeya Wan Elbakê, li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalekî kirin, 3 leşker hatin kuştin.

Parlamentoya Tirk doh, bi xwendina fermanek taybet ku wek darbeyek siyasî li parlamenê hate xwendin, parlamenteriya Musa Fariogullari û Leyla Guwen betal kir.

&- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad, TJK-Ewropa, KOM-MEDê li dijî darbeya siyasî banga tevlîbûna çalakiyên ji bo sibê li gelemperiya Ewropayê werin lidar xistin kirin.

&- Helîkopterên dewleta Tirk careke din herêma Biradost bombebaran kir. Ji ber bombebaranê agir girte rez û baxçeyên şêniyên gundên herêmê.

&- Çavdêrê Siyasî Luqman Hesen diyarkir ku PDKê li ser daxwaza Tirkiyê, wargeha Penaberan a Mexmûrê dorpêç kiriye û ambargo daniye ser.