Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 6 Gulan 2021 PÊNCŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku li ser her çar parçeyên Kurdistanê êrişên dagirkerî û qirkirinê hene û got: Divê dagirker bi berxwedana Gerîla û bi serhildana gel werin qewirandin.

&- Artêşa Tirk a dagirker li herêma Serhedê, li bejahiya bajarên Agirî, Îdir, Qers û Erdexanê dest bi tevgereke leşkerî kir.

&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi peyameke bi dîmen xîtabî Kurdistanî û dostên wan kir Û got, armanca dewleta Tirk tasfiyekirina PKK’ê ye û bi vê yekê dixwaze qirkirina gelê Kurd temam bike.

&- Çekdarên PDK’ê xwestin bi çekên giran li qadên gerîla bi cih bibin

&- Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt bi rêya bêtêlê xîtabî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got: Dijmin nikare li ber berxwedana gerîla bipêşkeve û derbên giran dixwe.