Ji Navenda Nûçan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 6’ê TEBAXê 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, diyar kir ku ji bo Tirkiye ji rewşa xitimandî rizgar bibe pêwîste tecrîdkirina Ocalan demildest bi dawî bibe.
&- Li Çiyayê Bagokê û li Herêma Xakûrkê hêzên Gerîlla hêzên Artêşa Tirk tarûmar kirin, 18 leşker hatin kuştin.
&- Artêşa Tirk a dagirker, li navçeya Wan Peyîzava û li bejahiya navçeya Colemêrg Rûbarokê operasyona leşkerî da destpêkirin.
&- Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da û bang li civaka navdewletî kir ku li dijî gefên Dewleta Tirk bi erka xwe rabin.
&- Wezîrê Karên Derve yê Emerîkaq Mark Thomas Esper got: eger Tirkiyê, li dijî Bakurê Suriye operasyonek yek alî bike, em ê rê li ber wan bigirin.
&- Mudirê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrî diyar kir ku Tirkiye hewl dide bi rêya herêma “tampon” demografiya herêmê biguhere.
&- Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan, ji bo pêngava ‘Ji bo guhertinê û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ got: Ne tenê li dij derketin, tevlîbûna avakirinê pêwist e.
&- Li Bab û Mareyê, di encama çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de 11 çete hatin kuştin.
&- Vatîkan a ku navenda cîhana Katolîkê, diyar kir ku ew ji ber şewata li Keşîşxaneya Dêra-Zehferanê ya li Bagoka Mêrdînê gelekî bi fikar in.