Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 8ê HEZÎRANÊ 2020 DÛŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Komîteya Rêveber a PKK’ê ragihand ku endamê wan yê Komîteya Navendî Kasim Engîn di êrişa hewayî de ya 27’ê Gulanê şehîd bûye.
&- Hêzên Gerîlla li navçeya Colemêrg Çelê çalakî lidar xistin.
&- Komeleya Jinên Azad ya Rojhilatê Kurdistanê KJAR, banga xwedî derketina li Zeyeneb Celaliyan kir.
&- Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, têkildarî niqaşên îtîfaqê got; Deriyê me ji muxalafetê re vekirî ye.
&- Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de 6 kes hatin destgîrkirin.
&- Pêngava nû ya QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê didomê û di encamê de 87 çetê hatin zeftkirin