Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 6’ê Îlon 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Rayedarên Dewleta Tirk, îro jî, bi bersivnedanê, hevdîtina Parezerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imrali asteng kirin
&- Navenda Ragihandina HPGê diyar kir ku, hêzên Gerilla, li dijî hewldanên Artêşa Tirk ya dagirkirina Herêmên Parastina Medya berxwedanek dîrokî dimeşînin û desturê nadin ku gaveke pêşbikevin.
&- Hêzên Rizgariya Efrînê, HRE bîlançoya meha Tebaxê eşkere kir û got: di nava mehekê de 118 Leşker û çeteyên dewlet Tirk ya dagirker hatine kuştin
&- Binevş Rûbarî ku li Efrînê ji dayik bû, li Helebê mezin bû, piştî tecrûbeya 12 salan ya Gerîlatiyê bi gotina “Em sed carî jî canê xwe diyarî gelê xwe bikin, kêm e” berê xwe da Dersimê.
&- Navenda Ragihandina HPGê, lehengên li Erzinganê destan nivîsîn û tevlî karwanê Nemirên Kurdistanê bûn, bi bîranîn û nasnameya wan ji raya giştî re eşkere kir.
&- Li navçeya Çewlik Kanî Reşê, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyoneke leşkerî kir.
&- Wezîrê Karên Derve yê Elmanya Maas bersiv da nameya Parlamenterê Partiya Çep Mîchel Brandt ya derbarê desteserkirina şaredariyên HDPê de û got; Ji bo Tirkiye bibe dewleta hiqûqê, em di nava hewldanan de ne.”
&- Çalakiya Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Maxmûr li xala kontrolê ya asayîşa PDK’ê berdewam dike.