Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 9ê HEZÎRANÊ 2020 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Gerîlayên HPG û YJA Starê li Colemêrg û Şirnexê li dijî arteşa Tirk ya dagirker çalakî kirin, herî kêm 2 leşker hatin kuştin.
&- Operasyona hêzên Artêşa Tirk ya dagirker de, ya di navbera navçeyên Amedê Lice, Hazro, Silvan û Pasûrê de dewam dike de şer derket.
&- Yekîneyên Tolhildanê, yên Şehîd Kawa Garzan û Şehîd Mordem Makû li Wan û Stenbolê çalakî li dar xistin.
&- Li Efrînê ya ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, li navçeya Mabatayê 11 sivîl ji bo fidyeyê hatin revandin.