Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 10ê HEZÎRANÊ 2020 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Li navçeya Wan Şaxê di encama çalakiya gerîlla de 13 kontra û leşker hatin kuştin.

&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî darbeya siyasî ya li dijî HDP’ê got, Faşîzim di xeta HDP’ê de mirina xwe dît

&- Hêzên Gerîlla li Şemzînan, Xakûrkê û Çelê çalakî kirin 3 leşker hatin kuştin.

&- Girtiyên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ragihandin ku ew ê ji bo şiyarkirina desthilatdariya faşîst ya AKP/MHPê dest bi çalakiyên şiyar kirinê bikin.

&- Meclîsa PJAK’ê endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê li ser şopa şoreşgeriya wî, ji bo Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a demokratîk têkoşîna xwe xurt bikin.

&- Li navçeya Amed Licê leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi ser gundê Licokê de girtin û 6 gorên pekrewanên rûmetê, rûxandin

&- Di çarçoveya operasyonên qirkirna siyasi de li Pirsûsê 2 û li Mêrdîn jî kesêk hatin destgîrkirin

&- Navenda Ragihandina QSDê, destnîşan kir kui di roja 6emîn ya Pengava operasyona tunekirina çeteyan û berdestkirina şandeyên veşartî de, 14 çete hatin girtin.