Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 6’ê MIJDARÊ 2019 ÇARŞEMÎ
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Li Bakûr û Rojhilatê Suriye, li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê Berxwedana Rûmetê di roja 29’mîn de ye.
&- Li herêma Besta ya Şirnexê, di şerê navbêra hêzên Gerîlla û artêşa Tirk ya dagirker de, herî kêm leşkerek hate kuştin.
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, diyar kir ku komployên nû ku hemû destkeftiyên Kurdan hedef digire, di dewrê de ne.
&- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSDê Mazlûm Ebdî got, divê em jibo doza kurd, biryarên dîrokî bistînin û em dixwazin hemû partiyên Kurdan re bi hevre tevbigerin.
&- Endama Destaya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif, girîngiya têkoşîna enternasiyonal a li dijî dagirkeriyê destnîşan kir û got;
“Xeteriya li ser Şoreşa Rojava, xeteriya li ser tevahî cîhanê ye!”