Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 11ê HEZÎRANÊ 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Siyasetmedar û endamê Rêveberiya Giştî ya Zanîngeha Kobanê Ebdulrehman Dumer diyar kir ku tecrîd tê wateya qirkirina Kurdan û pêkhateyên din.

Hêzên Gerîlla li Çelê û Dêrsimê jî çalakî lidar xistin. heri kem 12 lesker hatin kustun

&- Fermandara YJA Starê Ferîde Alkan ji ANF’ê re axivî û got; Li hemberî faşizmê tenê bi berxwedanê mirov dikarin bi ser bikevin.

&- Yekîneya Toldildanê ya YSP-JIN’ê ji bo bîranîna Qasim Enfîn li Amed, Şirnex, Riha û Stenbolê rêzê çalakî kir

&- Navenda Civaka demokratîk ya Kurd ya Swêdê -NCDK-S, bi daxuyaniyekê bang li desthilatdariya Swêdê kir ku ji sedema Palmê, lêborînê ji gelê Kurd bixwaze.

&- Cîgira hevserokatiya HDP û parlementer Feleknaz Ûca got: “Piştî ku AKP li Tirkiyê bû desthilatdar, tundiya li dijî jinê zêde bûye. Tişta ku herî zêde hikumetê aciz dike, xwebirêxistina jinê ye.”