Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 18ê HEZÎRANÊ 2020 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê girtina dosya Olof Palme de got, “Heta ku bi fermî lêborîn neyê xwestin doza Palme nayê girtin!”
&- Komîteya Dîplomasiyê ya PKK’ê têkildarî girtina dosya lêpirsîna kuştina Serokwezîrê berê yê Swêdê Olof Palme daxuyaniyek da û diyar kir, “Me biryar dan ku tevlî bûyerê bibin û bûyerê yekser bişopînin.”
&- Hêzên Rizgariya Efrînê HRE li Efrîn, Şêrawa û Ezazê çalakî kirin û di encamê de 9 dagirker hatin kuştin.
&- Însîyatîfa Zarokên Agir, li Balikesîrê kelekek û tirimbêleke lûks a faşîstan şewitandin.